Li Rihayê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin

Li Rihayê jina bi navê Qedriye Ejder ji aliyê hevserê xwe Sînan Ejder ve hat qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Taxa Yavuz Selîm ya navçeya Halîliyeyê ya Rihayê zilamê bi navê Sînan Ejder bi çekê, hevsera xwe ya bi navê Qedriye Ejder qetil kir.

Li gorî agahiyên ku derbarê mijarê de hatine parvekirin Sînan Ejder piştî ku Qedriye Ejder qetil kir, xwe kuşt. 

Hat eşkere kirin ku dema bûyer çêbû zaroka wan a 5 salî D. E.  li malê bû, lê ji ber ku ji dengê çekan tirsiyaye winda bûye.

Piştî lêgerînan D. E. li nêzî malê dîtin.

Bi temamkirina lêkolîna pêwist li cihê bûyerê, cenaze bi otobîsê rakirin morga Saziya Tipa Edlî û zoraka wan D. E. ya 5 salî wê di bin çavdêriyê de be.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24