Li Lubnanê cenazeya jinekê hate dîtin

Li navçeya Kanîse ya deşta Akkarê ya Lubnanê, cenazeya jinekê li mala wê hate dîtin. Li gorî lêkolînên destpêkê, hate diyarkirin ku ew bi destê hevjinê xwe hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lêpirsînên destpêkê eşkere kirin ku jina bi navê Nabîla Mahmud a 45 salî li herêma deşta Akkarê ya Lubnanê bi amûrekî tûj rastî îşkenceyê hatiye.

Hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin. Piştre cenaze ji bo muayeneya dadwerî veguhestin Nexweşxaneya El-Yûsif li Helbayê.

Dezgehên çapemeniyê, destnîşan dikin ku kujer hevjînê wê, Ehmed e. Wî di hundurê mala xwe de bi îşkenceyê, hevjîna xwe kuştiye.

Der barê diyarkirina sûcdar û gumanbaran de lêpirsîn didomin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye