Berdevkê Ofîsa Serdozgeriya Komarî ya Tûnisê Welîd Şitabrî ragihand ku li gorî lêkolînên destpêkê, di qayikê de zêdetirî 70 kesî hebûne û got:
“Termên 40 kesan ku piraniya wan zarok in hatine derxistin û 30 kes jî hatine rizgarkirin.”
Her wiha Welîd Şitabrî da zanîn ku xebatên lêgerînê ji bo kesên winda hîn jî berdewame û piraniya koçberên ku mirine û yên hatine rizgarkirin, ji welatên Afrîkayê ne.
Tûnis ji bo koçberên ji Afrîka û Asyayê yên ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, bûye xaleke girîng û ciheke stratejîk a derbasbûnê.
Li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), ji sala 2014`an û vir ve hejmara koçberên ku mirine gihiştiye, 32 hezar û 803 kesan.