Berdevka Polîsên Norwêcê, Grete Metlid ragihand ku piştî teqîna duh êvarî li navenda bajarê Osloyê, 2 kesên 13 salî ji aliyê hêzên polîsan ve hatine binçavkirin û niha lêkolîn û lêpirsîn bi wan re tê kirin.
Grete Metlid ev yek jî anî ziman ku dibe ev kesên bi temen biçûk, li gor biryara kesên ji xwe mezintir ev kar kiribin û li gelek welatên Ewropayê bi taybetî li Siwêd, komên tawankar, zarokan di encamdana êrîşan de bi kar tînin.
Li gor dîmenên ku ji aliyê ajansên nûçeyan ên Norwêcê ve hatine parvekirin, teqîna wê bombeyê di bin çavdêrî û kontrola hêzên polîs de tê kirin, ji ber vê yekê tu zirar û ziyanên wê teqînê tune bûn.