Li eyaleta Rhode Island a Amerîkayê li qadeke hokeyê ya qeşayê êrîşeke bi çekan pêk hat.
Li gorî daxuyaniya polîsan, di êrîşê de êrîşkar jî di nav de 3 kes mirine.
Êrîş li Rhode Islandê çêbû
Seroka Polîsên Pawtucketê Tina Goncalves, daxuyanî da rojnamevanan û rewşa dawî eşkere kir.
Goncalvesê, diyar kir ku êrişkar û 2 kesên din mirine û 3 birîndarên ku rewşa wan giran e li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Polîsan, di daxuyaniyê de nasnameya êrîşkar jî diyar kirin.
Nasnameya êrîşkar hat eşkerekirin
Êrîşkar, sala 1969`an ji dayik bûye û navê wî Robert Dorgan e.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşkar navê "Roberta" û paşnavê "Esposito" jî bi kar aniye.
Bûyer, li Pawtucketê, di dema maça hokeyê ya lîseyan de qewimî.
Seroka Polîsan, dest nîşan kir ku ev "êrîşeke plankirî" bûye û dibe ku sedem "pirsgirêkeke malbatî" be û got:
"Welatiyekî baş ê li wê derê midaxeleyî rewşê kir û ev yek bû sedem ku ev bûyera trajîk zû bi dawî bibe."
Parêzgarê Rhode Islandê Dan McKee jî bi rêya vîdeoyekê peyamek belav kir û xemgîniya xwe anî ziman.
McKee got, "Dilê min ji bo qurbanî, malbat, xwendekar û hemû kesên ku ji vê bûyerê bi bandor bûne dişewite."