Marco Rubio, li paytexta Macaristanê Budapeştê, bi Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban re, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re nirxand.
Rubio, got ku Amerîka ji bo çareseriyeke dîplomatîk a bi Îranê re vekirî ye, lê pêvajo dê ne hêsan be.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, di vê derbarê de, wiha got:
"Şandeya me a danûstandinan, dê civînan bikin, em dê bibînin, bê çi dibe.
Em bi hêvî ne. Dibe ku rêkeftinek çêbibe."
"Trump aştiyê tercîh dike"
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump çareseriyên aştiyane û yên bi rêya dan û standinan tercîh dike.
Marco Rubio tekez kir ku "dê zehmet be", lê îhtimala gihîştina rêkeftineke dîplomatîk heye. Lê ew naxwaze pêvajoyê zêde mezin nîşan bide.