Li Îraqê 8 çeteyên DAİŞ’ê hatin girtin

Li Îraqê, 8 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cûda, hatin girtin.  

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev bûye demeke ku Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Îraqê, li dijî şaneyên DAÎŞ'ê, dest bi operasyonan kiriye.

Duh jî, Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî, bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonên cûda de, hêzên wan 3 çeteyên DAÎŞ'ê girtibûn.

Rêveberiyê diyar kir ku girtina her sê kesan, bi rêya agahiyên îstîxbaratî yên rast û piştî kemînên baş-plankirî û bi kalîte" pêk hat.

Di daxuyaniyê de, hat eşkerekirin ku çeteyên ku hatine girtin, beriya niha fermana girtina wan kesan, li gorî madeya 4'an a yasaya terorê, hatibû derxistin.

Di heman demê de jî îro Dije Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Enbar li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê rêze operasyon hatin lidarxistin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de li parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ku ev çete ji dabînkirina lojîstîka çeteyan de berpirs bûn.

Her wiha hate ragihandin ku li parêzgeha Enbar  du operasyon hatin lidarxistin û 2 çete hatin girtin, li parêzgeha Nînowayê jî çeteyek DAIŞ’ê hate girtin.

 Di dawiyê de, Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî, soz da ku ew ê şopandina terorîstan û hilweşandina torên wan, bidomîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye