Netanyahu ji Qeterê xwest Hamasê ji welatê xwe derxîne

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bang li Qeterê kir ku Hemasê, ji welatê xwe derxîne an jî wan bîne ber dadgehê. Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî got: "Netanyahu bi bombebarankirina şandeya Hamasê re, hemû hêviya dîlgirtiyên Îsraîlî li Xezeyê kuşt."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî êrîşa ku Îsraîlê li ser şandeya Hemasê ya li paytexta Qeterê Dohayê pêk aniye, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu gef li Qeterê xwar.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bang li Qeterê kir ku Hemasê an wekî ku ew bi nav dike terorîstan ji welatê xwe derxîne an jî wan bîne ber dadgehê.

Her wiha Netanyahu gef xwar ku eger Doha vê yekê neke, Îsraîl wê Hemasê ji Qeterê derxe.

 

"Netanyahu bi êrîşa Dohayê hêviya berdana dîlgirtiyên Îsraîlê kuşt"

 

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî piştrast kir ku welatê wî gefên Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu qebûl nake.

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî destnîşan kir ku bersivek ji herêmê bi hevkarên herêmî re tê nîqaşkirin û ew bi hêvî ne ku ev bersiv wê rast be û bikaribe zordariya Îsraîlê rawestîne.

Şêx Mihemed zêde kir ku wan peyamek xurt ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re derbarê bombebarana Îsraîlê de, bihîstine û ew vê helwestê teqdîr dikin, lê piştî wê divê tedbîrên pratîkî werin girtin.

Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî Derbarê gerên danûstandinan de jî, tekez kir ku Netanyahu dema xwe li ser mijara navbeynkariyê winda kir û got:

"Netanyahu bi bombebarankirina şandeya Hamasê re, hemû hêviya dîlgirtiyên Îsraîlî li Xezeyê kuşt."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24