Berya niha jî, dewriyên Ewlekariya Giştî li dijî cihên rafineriyê, li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê operasyoneke berfireh pêk anîn.
Di encamê de, çend rafineriyên petrolê li bajarokê Dîbanê, teqiyan.
Ji bo redkirina biryara Hikûmeta Demkî ya rawestandina xebatên rafineriyê, xwepêşandaneke bi hêrs hat lidarxistin.
Bi dehan karkerên rafineriyên petrolê, tevlî xwepêşandanê bûn û li ser rêya sereke ya bajêr agir hat pêxistin.