Lezgin

DI ROJEKÎ DE LI SURIYÊ 9 KES HATIN KUŞTIN

SOHR eşkere kir ku di 24 saetên dawî de li Suriyê 9 kes hatine kuştin.

reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji ber êriş, teqandina bêserûber a çekan û nakokiyan 9 kes hatine kuştin.

SOHR'ê da zanîn ku li Hemayê di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û heman demê de li Şetha-Eyn Kirûmê jî di encama gulebaranê de ciwanek û zarokek keç hatin kuştin.

Her wiha li Xenasir a rojhilatê Hemayê, di êrişa li dijî erebeyeke leşkerî de endamekî wezareta parastinê ya hikûmeta veguhêz hat kuştin.
 
SOHR'ê  da zanîn ku li daristana Siwêdayê jî cenazeyê xwendekarekî zanîngehê hat dîtin û li gundê  Aqarib Safiya a rojhilatê Hemayê jî ciwanek hat kuştin.

Li taxa Muhacirîn a bajarê Humsê komeke çekdar kesek kuşt û li bajarokê Nahita yê rojhilatê Derayê jî bi sedema teqandina çekan ciwanek hat kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24