Li gorî belgekirina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hûrguliyên qurbaniyan wiha ne:
Endamekî parêzvanên niştimanî, ku bi eslê xwe ji bajarokê Ura li gundewarê rojavayê Swêdayê ye, dema ku ji cihê karê xwe yê li bajêr derdiket, hat kuştin.
Ciwanek ji gundê Duweyra yê gundewarê Derayê piştî ku li derdora gund pez diçêrand, ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
Li bajarokê Etilê, bakurê Swêdayê, ciwanek ji ber nakokiyeke şexsî, li nêzîkî navendeke tendirustiyê hat kuştin.
Li bajarê Qerdeha yê parêzgeha Laziqiyê ciwanek ji aliyê çekdarên ku hewl didan diziyê bikin, hat kuştin.