Çavkaniyên medyaya xwecihî, diyar kirin ku Harazî Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Navneteweyî ya ser bi Wezareta Karên Derve ya Îranê bû.
Çavkaniyan gotin:
“Beriya çend rojan di êrîşeke terorê ya Amerîkayê de birîndar bû û vê êvarê şehîd bû.”
Harrazi yê 81 salî li mala xwe ya li Tehranê bi giranî birîndar bû.
Hate ragihandin ku di êrîşê de hevjîna wî jî jiyana xwe ji dest da.
Harrazi ku li Neteweyên Yekbûyî weke Sefîrê Bilind ê Îranê yê li New Yorkê wezîfe kir, di navbera salên 1997 û 2005’an de di dema Serokkomar Muhammed Xatemi de wezîrê karên derve bû.