Eşîrên bedewî êrîşî gundên Elewî kirin

Duh, Komeke çekdar ên eşîrên bedewî, êrîşî gundê El Hayik a Şî'e yê gundewarê Humsê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdaran, gule li kolanên gund barandin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin.

Di dîmenên ku duh li ser malperan hatiye belavkirin, hat xuyakirin ku bi dehan çekdar li Humsê kom bûne û amadekariyên êrîşkirina taxên Elewiyan jî, dikin.

Yek ji wan dîmenan nîşan dide ku çekdar, bi awayekî bêserûber guleyan li malên sivîlan li kolaneke li taxa El Muhacirîn dibarînin.

Piştî êrîşên li ser Humsê, Hikûmeta Veguêz qedexeya derketina derve ragihand.

Di derbarê van êrîşan de, Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyan daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên li dijî taxên Humsê rawestînin.

Meclisê, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê sûcdar kir.

Hat ragihandin ku ev alozî piştî kuştina zilamek û hevjîna wî ya li bajarokê Zeydal a li başûrê Humsê, pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye