Îsraîlê serfermandarê Hizbullahê hedef girt

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan êrîşeke hewayî li Başûrê Beyrûtê, li dijî Hizbullah, pêk aniye. Di encama êrîşê de, mirovê duyemîn ya Hizbullahê Haytham Elî Tabatabaî, hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr, anî ziman ku wan xwestiye bi vê êrîşê, xurtbûna Hizbullahê asteng bikin û hêmanên ku gefê li Îsraîlê dixwin, têk bibin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, eşkere kir ku di êrîşê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.

Duh Hizbullah daxuyaniyek belavkir û kuştina "fermandarê mezin ê cîhadîst" ragihand.

Hizbullah da xuyakirin ku Tabatabaî ji destpêka berxwedanê ve, jiyana xwe ji bo berxwedanê feda kiriye.

Di daxuyaniyê de, hat tekez kirin ku Tabatabaî, di nav rêberên ku bingeha leşkerî ya partiyê danîne de bû.

Lê tiştê ku bala mirov dikşîne, ku partî di daxuyaniya xwe de, gefa tolhildanê nexwar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye