Bûye demeke ku Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyaniyên xwe de dibêje wê Sûriyê alîkariya me bike di şerê li Libnanê de.
Ji bo wê jî Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera derbarê gotinên Serokê Amerîka ji tilvizyona Meşhad re axivî.
Ehmed Şere wiha got: "Gelên Sûriyê û Libnanê gelek êş ji rejîma Baasê kişandin, ji bo gelê Libnanê em beşek ji çareseriyê ne, ne beşek ji pirsgirêkan e.
Li Libnanê çareserî bi rêbazên heyî yên bombebaranê û rêbazên din nayê bidestxistin.
Niha tiştê herî girîng ew e ku şer raweste."
Ehmed Şera: Divê Hizbullahê were bêçekkirin
Şera di derbarê nêzîkatiya Sûriyê ji bo Libnanê de ev tişt anîn ziman:
"Nêzîkatiya Sûriyê balê dikişîne ser bidawîanîna şer û pêşniyarkirina çareseriyên dîplomatîk.
Mirov dikare di lêgerîna çareseriyek ewle de xwe bispêre Sûriyê."
Serokê Sûriyê Ehmed Şera diyar kir ku pêwîste hemû aliyên Libnanê ji bo bêçekkirina Hizbullahê biryar bidin:
"Ji bo pirsgirêka bêçekkirina Hizbullahê nêzîkatiyek rast hewce dike, ew jî wê bi rêya lêgerîna vebijarkek lihevkirinê di navbera hemû aliyên Libnanê de be.
Em ji bo rewşa ewlehiyê ya di nav Libanê de pir xemgînin, ji ber ku bêîstîqrariya li Libnanê rasterast bandorê li Sûriyê dike û berevajî vê."
Ehmed Şera: Em naxwazin Hizbillah ji holê rabe
Ehmed Şera diyar kir ku ew naxwazin Hizbillah ji holê rabe û ev peyam da:
"Hizbullah roleke wê ya mezin di koçberiya 14 salan de heye, ev jî ji bo me birînek kûr e.
Pirsgirêkeke me ya kûr bi Hizbullahê re heye, lê em naxwazin Hizbullah ji holê rabe.
Em dixwazin pirsgirêka bi Hizbullah re çareser bikin ji bo ku Libinan sax bimîne.
Biryara ku Hizbullah bikeve nav şerê Sûriyê şaş bû û ez bawer dikim ku her kes vê yekê fêm dike, di nav de serokatiya partiyê jî."