Tevî ragihandina agirbestê li parêzgeha Siweydayê kuştin roj bi roj zêde dibin.
Li gudewarên rojavayê Siweydayê welatiyek hat kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOUHR) îro li gundewarê rojavayê Siweydayê,di kemîneke çekdarî de ji aliyê komên herêmî welatiyek hat kuştin û kurê wî jî birîndar bû.
Her wiha ji ber zehmetiyên jiyanê, pirsgirêkên avê û tenduristiyê koçberî li Siweydayê zêde bûye.
Ji ber rewşa xerab a jiyanê lu siweydayê 176 hezar kes koçber bûne
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 176 hezar kes ji ber rewşa xerab a jiyanê, ji başûrê Sûriyê koçber bûne û daxwaz dikin bi lez alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberan bê kirin.
Tevî vê rewşê jî Hikûmeta Vegûhez a Sûriyê nahêle alîkarî derbasê Siweydayê bibin.
Herî dawî Rêveberiya Xweser rastî vê astengiya desthilata Şamê hat.
Rê nadin alîkariyên Rêveberiya xweser bighêjin Siweydayê
Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan di çarçoveya alîkariya bi Siwêdayê re karwanê alîkariyan amade kirine.
Lê hîna alîkariyên wan di depoyan de ne. Ew li bendê ne korîdorek mirovî ya bi ewle were vekirin, da ku alîkariyan di zûtirîn dem de derbasî Siwêdayê bikin.
Ji destpêka şer li bajarê Siweydayê heta niha 1448 kes hatine kuştin di nav de 258 hatine darve kirin.