Li aliyekî din, Navenda Medyaya Dadweriyê ragihand ku li Îranê di hefteyên dawiyê de, ferman hatiye dayîn ku bi dehan kesayetên navdar tesbît bikin û dest deynin li ser mal û milkên wan.
Li gorî Ajansa Mîzanê, di qonaxa dawiyê de hesabên bankan, tomarên milk û wesayîtên 63 keseyatên li herêmên cuda hatine tesbîtkirin û desteserkirin.
Rayedarên dadweriyê îdîa dikin ku ev kes li gorî ‘Qanûna cezayên girankirî ji ber sîxurî û hevkariya bi welatên dijmin re’ hatine çavdêrîkirin.
Di lîsteya ku hatiye weşandin de navên gelek kesayetên navdar hene.
Ji qada huner û sînemayê, navên wekî Niki Kerimi, Mehnaz Afshar, Leyla Otadî, Beharek Salîhniya û Şîrîn Neşat hene.
Di qada werzîşê de, ji derveyî Kimia Alîzadeh û Soşa Makani, çend werzîşvanên din jî hene.
Her wiha, ji qada muzîk û medyayê, ji derveyî Mahşîd Huseynî, çend hunermendên din hene.
Di nav aktivîstên tora dijîtalê de, navên wekî Ramina Torabî, Sarvar Selmanî, Hîva Emîn, Saba Meclîsî, Aida Puriyanseb, û Tahara Mohabbalî (Tara Mohab) hene.
Her wiha hinek kesayetên qada aborî û medyayê, wekî endama odeya bazirganiyê Fernûş Hamîdiyan û Sepîde Mîtra Îbrahîmî di lîsteyê de cih digrin.
Navenda Medyaya Dadweriyê tekez kir ku pêvajoya çavdêrîkirin, tesbîtkirin û destwerdanê li dijî kesên ku wekî ‘hevkariya bi dijmin re’ bi nav dike dê bidome û dibe ku lîste berfireh bibe.
Her wiha Ajansa Mehr ragihandibû ku mal û milkên zêdetirî 400 welatiyên ku li derveyî welêt dijîn, di nav wan de lîstikvan, werzîşvan, rêvebirên medyayê û rojnamevan hene, bi biryara dadgehê hatine tesbîtkirin û desteserkirin.
Ev nîşan dide, ku ev pêk anîn hem li hundir û hem jî li derveyî welêt berfireh dibin.