Îranê ji bo bidawîbûna şer 6 şert destnîşan kirin

Îranê ji bo bidawîbûna şer 6 şert destnîşan kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gel dewamiya şer a li Rojhilata Navîn, danûstandinên dîplomatîk ên di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de diyar dibe.

Li gorî televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê, rêveberiya Tehranê ji bo bidawîkirina şer 6 şertên bingehîn da pêş.

Ev şert jî bi vî rengî ne:

Kontrola li ser Tengava Hurmuzê û wergirtina bacê ji derbasbûnê

Garantî bê dayin ku jinûve şer neyê destpêkirin

Êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbûlah bêne rawestandin

Hemû pêkanînên li ser Îranê bi temamî bêne rakirin

Bernameya fuzeyên balîstîk bêyî astengiyekê dewam bike

Ji bo zerarên ji ber şer rû dan tazmînat bêne dayin

 

Şertê Îranê li daxwazên DYA"yê nayên

 

Li aliyê din, plana ji 15 xalan a ku DYA'yê beriya niha pêşkêş kiribû û daxwazên Îranê ji hev dûrin.

Her wiha Rêveberiya Washingtonê bi taybetî van daxwazan ji Îranê dike:

Ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê xwe radest bike

Hin navendên nukleerê ji hev bêne xistin

Piştgiriya bi komên hevalbend ên weke Hîzbullahê bê birîn

Kapasîteya fuzeyê bê bisînorkirin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye