Bîlançoya nû ya êrîşên Îsraîl-Amerîka li ser Îranê: 61 kuştî û 38 birîndar

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA duh bîlançoya dawî ya êrîşên Îsraîl-Amerîka li ser Îranê ragihand. HRANA da zanîn ku di 24 saetên dawî de herî kêm 108 êrîş li 10 parêzgehan hatine tomarkirin, ku di encamê de herî kêm 61 kes hatine kuştin (kuştî û birîndar, hem sivîl û hem jî leşker).

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê HRANA ve hatine tomarkirin û piştrastkirin, ji deqeyên pêşîn ên 23 heta dawiya 24'ê Adara 2026'an, herî kêm 12 sivîl hatine kuştin û 38 sivîl jî birîndar bûne.

Daneyên berhevkirî ji destpêka pevçûnê di 28'ê Sibata 2026'an de:

Kuştiyên sivîl: 1,455 kes (di nav de herî kêm 217 zarok)

Kuştiyên Leşkerî: 1,167 kes

Kuştiyên nehatine dabeşkirin (sivîl/leşker): 669 kes

Li gel raporên serbixwe yên HRANA, duh çend aliyên fermî yên ku ji hêla medyaya dewletê ve hatin weşandin, hene.

Wezareta Perwerdehiyê ragihand ku ji destpêka êrîşan ve 230 xwendekar û mamoste hatine kuştin, 177 xwendekar û karmendên perwerdehiyê birîndar bûne û zêdetirî 600 tesîsên perwerdehî û çandî wêran bûne."

Her wiha, Cîgirê Ewlehî û Bicîhanîna Qanûnê yê Ofîsa Waliyê Xuzistanê diyar kir ku heta niha, 25 sivîl hatine kuştin û 950 kes li Parêzgeha Xuzistanê birîndar bûne.

Li gorî bîlançoya HRANA; êrîşan zirar daye 21 tesîs an jî avahîyên cuda. ​​Di nav wan de cûrbecûr armanc hene, ji wan:

Navenda Mûşekên Ammand (Tebrîz)

Bingeha Besîc Meysem Temar (Tehran)

Cihê Mûşekan (Borazjan)

Avahiya Optîkê ya SAIRAN (Îsfahan)

Tesîsa Çêkirina Cebilxaneyê (Îsfahan)

Tesîsa Şîrketa Gazê li Kolana Kaveh (Îsfahan)

Boriya Gazê ya Santrala Elektrîkê (Xoremşehir)

Çar Avahiyên Niştecîhbûnê (Tehran)

Hewza Avjeniyê û Hola Pir-Armancî li Kompleksa Sporê ya Kargar (Andimeshk)

Di heman demê de zirar gihîştiye 30 Dikkan û Kargehanên li Îsfahanê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye