Di berdewamiya şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, herêma Beyrûtê rastî êrîşeke asmanî hat.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê got ku di 2 êrîşên asmanî yên Îsraîlê de ku wesayîtên li taxên başûrê Beyrûtê û herêmeke li başûrê paytextê hedef girtibûn, herî kêm 7 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşên Îsraîlê milyonek û 200 hezar libnanî koçber bûne
Di rêze êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de herî kêm 1200 kes hatine kuştin û milyonek û 200 hezar kes jî koçber bûne.
Du rojan piştî êrîşa Îsraîl-Amerîkayê li dijî Îranê, Hizbulah a Libnanê wek piştgirî ji Tehranê re, mûşek avêtin Îsraîlê û tevlî şerê Rojhilata Navîn bû.
Êrîşa Hizbullah bû sedem ku Îsraîl êrîşeke nû ya bejahî û asmanî li dijî Libnanê bide destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du êrîşên asmanî yên cuda pêk anîne.
Yek ji wan êrîşên asmanî, fermandarekî payebilind ê Hizbulahê hedef girtibû û yek jî serokê koma ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, li herêma Beyrûtê hedef girtiye.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku yek ji êrîşên asmanî wesayîtek li herêma Xalde li başûrê Beyrûtê hedef girtiye, du kes kuştine û sê kesên din jî birîndar bûne.
Êrîşeke duyemîn a asmanî li devera Cina ya Beyrûtê wesayîta kir hedef û Wezareta Tenduristiyê got ku di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 21 kesên din birîndar bûn.
Hizbulahê hîn li ser herdu êrîşên asmanî yên Îsraîlê ti daxuyanî nedane.