Trump: Ez bi cidî li ser vekişîna ji NATO'yê difikirim

Bi riya rojnameya Daily Telegraph a brîtanî Serokê DYA'yê Donald Trump dibêje ew bi cidî li ser vekişîna ji NATO'yê difikire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Piştî ku hevalbendan piştgirî nedan çalakiya leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê, Trump ji rojnameya brîtanî The Daily Telegraph re got ku ew bi cidî li ser vekişîna DYA'yê ya ji NATO'yê difikire.

 

Her wiha rojnameya Daily Telegraph ragihand ku Trump, hevpeymaniyê wekî "pilingê kaxezî" bi nav kir û got ku mijara vekişîna Amerîkayê ji peymana parastinê "Qonaxa nirxandinê derbas bû".

 

Trump, zêde kir ku demeke dirêj e gumanên wî li ser NATO'yê hene.

 

Di dawiya axaftina xwe de Trump got ku wî qet ji NATO'yê bawer nedikir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye