Trump destnîşan kir ku Îran niha nafikire ku projeya xwe ya nukleerî dest pê bike.
Her wiha diyar kir ku şerê dawî ji bo Îranê biha bû û Tehran tenê çend hefte dûrî bidestxistina çekên nukleerî ket.
Îran: Em ê dewlemendkirina uranyumê bidomînin
Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mecîd Text Rewançî bi rêka BBC bersiv da nirxandinên Trump û got:
``Divê beriya danûstandinan Washington fikra êrîşa li ser Îranê red bike.
Îran dê li ser helwesta xwe ya dewlemendkirina uranyumê, ji bo armancên aştiyane israr bike û tewanên ku dibêjin Îran bi dizî ji bo çêkirina bombeya atomî dixebite jî red dike.``