Lûtkeya leşkerî ya sêalî li Ammanê: Îraq, Urdun û Sûriye ji bo sînoran civiyan

Fermandarên leşkerî yên bilind ji Îraq, Urdun û Sûriyeyê li paytexta Urdunê, Ammanê, civiyan da ku hevahengiya ewlekariyê û parastina sînoran di bin ronahiya geşedanên herêmî de xurt bikin, her wiha şandeke leşkerî ya Pêşmergeyan jî beşdarî civînê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê wezareta berevaniya Îraqê, Lîwa Yehya Resûl ragihand ku fermandarê artêşa Îraqê tevî serokên desteyên artêşa Urdun û Sûriyeyê, her weha ligel wezîrê karên Pêşmerge û serokê artêşa Pêşmerge yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, civîneke ewlekariyê ya girîng li dar xistin.

Berpirsan li ser rûbirûbûna metirsiyên sînorbir (ezmanî û bejayî), pevguhertina agahiyên îstîxbaratî û bilindkirina amadebaşiya leşkerî ya hevpar li hev kirin. Li aliyê din, fermandarê artêşa Îraqê li ser babetên ewlekariyê yên herêmî ligel fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî hevdîtinek pêk anî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye