Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeva sereke ye.
Raya giştî û civak li bendê ne ku dewlet gavan bavêje.
Ji aliyên siyasî ve, rojane daxuyanî li ser pêvajoyê tên dayîn.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî, derbarê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de daxuyaniyên nû dan.
Serokê MHPê Bahçelî, di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyonkê re, berevajî daxuyaniya xwe ya hefteya borî ku di civîna koma partiya xwe de gotibû "Ti wateya lezkirina pêvajoyê tune ye", vê carê zîvirî û got:
"Ti wateya li bendêmayînê tune ye."
Bahçelî diyar kir ku siyasetê rola xwe lîstiye û got:
"Niha dem hatiye ku li Parlamentoyê gavên berbiçav werin avêtin."
Bahçelî ev anî ziman:
"Siyasetê li vir rola xwe lîst. Niha dem hatiye ku gavên berbiçav li Parlamentoyê werin avêtin.
Çi mijara mehkûmên nexweş û pîr be, çi mijarên din be, divê qanûnên pêwîst bêyî derengketinê werin derxistin.
Ger ew dirêj bibe, avahiyên navxweyî û derveyî bêkar namînin.
Ti wateya li bendêbûnê tune ye.
Bi siyaseta nasnameyê û dabeşbûnên mezhebî ne mimkun e ku tiştek were bidestxistin.
Di vê yekê de serketî tune ye.
Ji daxuyaniyên ku dê bibin sedema êşê û qelsiyê zêde bikin, dûrsekinandin girîng e. Divê bi sebir û aqilê selîm were meşandin."