Herêma Başûrê Kurdistanê rastî 503 êrîşan hatiye

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de di roja xwe ya 32'yemîn de berdewam dike. Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, Herêma Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatiye. Her wiha Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha rastî 503 êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîkî-Îsraîlê bi Îranê re di 28'ê sibatê de dest pê kir.

 

Êrîşên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê ji roja yekem a şer ve berdewam dikin.

 

Li gorî kenalên ragihandinê yên Herêma Başûrê Kurdistanê, herêm rastî 503 êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.

 

Piştî zêdetirî mehekê ji destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku di roja 32'yemîn de berdewam dike, her roj hejmara miriyan zêde dibe.

 

Di 24 demjimêrên borî de, Herêma Başûrê Kurdistanê rastî 6 êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.

 

4 ji van êrîşan li Hewlêrê pêk hatin û 2 êrîşên din jî li Silêmaniyê pêk hatin.

 

 

 

Li Başûrê Kurdistanê 14 kes hatine kuştin û 88 kes birîndar bûne

 

 

 

Encama hemû êrîşên ku li ser Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatin wiha ne:

 

14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 88 kesên din jî birîndar bûne.

 

Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane 6 Pêşmergeyên Fermandariya Yekem hene ku li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê hatibûn hedefgirtin.

 

Yek ji wan karmendekî Asayîşê bû ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû hedefgirtin.

 

Şeş Pêşmergeyên din jî yên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, 2 ji wan li Hewlêrê, 2 ji wan li ser sînorê Parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li ser sînorê Başîqa li Deşta Neynewayê.

 

Di 12'ê Adarê de li Hewlêrê leşkerekî fransî jî hat kuştin.

 

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, hin ji birîndaran jî ev in:

 

 

30 Pêşmerge ji Fermandariya Yekem a li ser sînorê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê.

 

3 karmendên Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.

 

3 Pêşmerge û 2 parêzvanên ewlehiyê yên taybet li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê.

 

Her wiha di nav birîndaran de parêzvanekî ewlehiyê li Otêla Titanic li Silêmaniyê, 2 karmendên Parastina Sivîl li Xelîfan, 2 Pêşmerge ji Tabûra 70 û polîsek jî hene.

 

15 sivîl jî di nav birîndaran de hene.

 

Birîndarên din jî pêşmergeyên ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

 

5 leşkerên fransî jî li Hewlêrê birîndar bûn.

 

 

 

Hewlêr bi 390 dron û mûşekan hatiye hedefgirtin

 

 

 

Her wiha herî zêde li ser bajarê Hewlêrê û deverên derdora wê êrîş hatine kirin ku Hewlêr bi 390 dron û mûşekan hatiye hedefgirtin.

 

Piştî Hewlêrê bajarê Silêmaniyê tê, ji ber ku bi zêdetirî 95 dron û mûşekan hatiye hedefgirtin.

 

Li aliyekî din jî bi 16 dronan êrîşî Dihokê hatiye kirin û 2 dron jî di êrîşekê de li ser parêzgeha Helebçeyê de hatin bikaranîn.

 

 

Êrîşên dawî yên ku li ser Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatin, ev in:

 

Sê dronan li pey hev êrîş kirin, pergala parastina hewayî her 3 dronan bêyî ku ti qurbanî çêbibin, xistin xwarê.

 

Roja yekşemê, dronekê êrîşî baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê kir.

 

Pergala parastina hewayî, dronek li qada hewayî ya bajêr xist xwarê.

 

Êrîşek bi dronekê li gundê Zirgiwêz ê bajarê Silêmaniyê pêk hat.

 

 

Cih û bajarên ku hatibûn hedefgirtin jî, ev in:

 

Li Parêzgeha Hewlêrê 26 cih hatin hedefgirtin.

 

Li Parêzgeha Silêmaniyê 13 cih hatin hedefgirtin.

 

Li Parêzgehên Dihok û Helebçeyê 6 cih hatin hedefgirtin.

 

Her wiha Parêzgeha Helebçe û Çiyayê Şinerwê jî di nav wan deveran de bûn ên ku hatine hedefgirtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye