Zaravaya Kirmanckî di bin xetereyê de

Zaravayê Kirmanckî yê Kurdî, di lîsteya ziman û zaravayên winda ya UNESCO de ye. Her çend hin xebatên akademîk û atolye bên lidarxistin jî, li gorî pispor û komeleyan, pêşeroja Kirmanckî bi zimanê perwerdeyê ve girêdayî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Atlasayê, zimanên ku di bin xetereyê de ne yên ku UNESCO'yê di sala 2008'an de ew eşkere kiribûn, ji wan 18 ziman û zarava li Tirkiyê winda bûne yan jî di bin xetereya windabûnê de ne.

Zaravaya Kirmanckî ya Kurdî jî di vê lîsteyê de ye.

Ruxmê ku li komele, sazî û hin zanîngehan atolye û xebatên Kurdî bên kirin jî, rewşa Kirmanckî hîn jî di xetereyê de ye.

Zimannas û saziyên ku di vî warî de xebatê dikin, dibêjin ku dahatuya Kirmanckî tenê ew e, ku bibe zimanê perwerdeyê.

Li kîjan deveran tê axaftin?

Kirmanckî ku wekî "Zazakî", "Dimilî" yan jî "Kirdkî" tê binavkirin, herî zêde li van deran tê axaftin:

Dêrsim: Li hemû navçe.

Çewlîg: Li hemû navçe.

Xarpêt: Palu, Miyaran, Dep, Maden, Qovanciyan, Xulaman, Sîvrîce.

Amed: Pasûr, Licê, Hênê, Pîran, Erxenî, Şankuş, Çermûg, Xana Axpar, Hezro, Karaz, Gêl.

Erzîngan: Tercan, Mansî, Îlîç, Kemah, Uzumlu.

Erzirom: Xinis, Tekman, Çad, Aşkale.

Sêwaz: Kangal, Koçgirî, Ulaş, Kamîlava, Dîvrîgî, Hafîk.

Meletî: Şîro, Erebgir.

Kayserî: Sariz, Aksaray.

Gumuşhane: Kelkît, Şîran.

Qers: Selîm,

Erdexan: Golan,

Mûş: Gimgim,

Bedlîs: Motkî.

Sêrt: Hawêl.

Êlih: Hezo.

Semsûr: Gerger.  

Riha: Sêwereg.

Mêrdîn: Dêrik.

Tokat: Almus û bajarên metropol ên wekî Stenbolê.

Hejmara Kirmanckîaxivan tam nayê zanîn.

Serjimêriya dawî ya fermî ku tê de pirsa ziman hatibû kirin di sala 1965'an de bû.

Wê demê rêjeya Kurdîaxivan %7,7 (2 mîlyon û 219 hezar) bû û kesên ku gotibûn "Kirmanckî" 150 hezar û 644 kes bûn.

Tê texmînkirin ku niha ev hejmar di navbera 2 heta 6 milyonan de ye.

Li zanîngehên Dêrsim û Çewlîgê beş hene

Di asta lîsansê de li zanîngehên Dêrsim û Çewlîgê beşa “Ziman û Wêjeya Zazakî” heye:

Li Zanîngeha Çewlîgê 5 mamoste hene.

Kontenjana 32 xwendekaran tije ye û di sala 2024'an de 11 kes mezûn bûne.

Li Zanîngeha Munzurê 2 mamoste hene.

Kontenjana 35 xwendekar e tije ye û di sala 2024'an de 6 kes mezûn bûne.

Ji sala 2012'yan û vir ve Kurdî wekî dersa bijartî heye.

Li gorî daneyên Gulana 2025'an, ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026'an li Tirkiyê 59 hezar û 362 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.

Ji wan 8 hezar û 563 xwendekaran zaravaya Kirmanckî hilbijartiye.

Kêmasiya mamosteyan heye

Li gorî daneyên Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, li seranserê Tirkiyê tenê 235 mamosteyên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) hene.

Ji ber kêmasiya mamosteyan, dersên Kirmanckî li gelek dibistanan nayên dayîn.

Zêdetirî hezar mamosteyên Kurdî ku lîsans û master qedandine û formasyon wergirtine, li benda tayînkirinê ne.

Xebatên komeleyan ne têrker in

MED-DER (Amed): Di Gulana 2025'an de Meclisa Kirmanckî ava kir û kampanyaya "Ez naxwazim zimanê min winda bibe" da destpêkirin.

Komeleya Lêkolînên Kurdî (Stenbol): Salane 200-300 kes tevlî kursên wan dibin.

Pirtûkên perwerdeyê yên wekî Hînker û kovarên Kirmanckî derdixin.

Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (MAZÊR): Dê di 15'ê Gulanê de vebe û kursên Kirmanckî bide.

Komeleyên din: Li Dêrsimê Komeleya Ziman û Wêjeya Dêrsimê, li Sêweregê Ziwan Kurd û li Enqereyê ANKA-DER xebatên Kirmanckî dikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye