Gera Tawis li Şengalê dest pê kir

Gera Tawis li başûrê çiyayê Şengalê dest pê kir. Xelkên gundê Til Bênatayê, Tawis bi cilûbergên xwe yên spî û bi kefxweşî pêşwazî kir. Gera Tawis wê li hemû gund û bajarên Êzidiyan pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Tawis, li gundê Tilbênatayê qibleya çiyayê Şengalê bû.

Gera Tawis, li Şengalê piştî serdana Mezargeha Şerfedînê pêk hat. 

Şêniyên gundê Tilbênatayê, bi cilûbergên xwe yên spî û gerandina govendê, bi kêfxweşî Tawis pêşwazî kirin.

Li gorî ol û baweriya Êzîdiyan, Tawis salê carekê ji aliyê Şêx Hadî, li Laleşê dest bi gera xwe dike.

Li hemû gund û bajarên Êzidiyan digere.

Di her qonaxekê de rojekê dimîne.

Di wê qonexê de, rûspiyên Êzîdiyan li ser rêwresmên Êzîdiyatiyê diaxivin û pirsgirêkan çareser dikin.

Li ser geraTawis a Şengalê rûspiyên gundê Tilbênatayê Çekan Xelef Esaf axivî.

Çekan Xelef Esaf diyar kir ku ew bi hatina Tawis gelekî kêfxweş in û wiha got:

Gera Tawis a yekem li ber mezargaha Şerfedînê pêk tê û rûspiyên Êzîdî merasîma ayînî pêk tînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye