Parlamentoya Îraqê kabîneya nû ya Îraqê pesend kir.
Di dengdana li Parlamentoya Îraqê de Elî Zeydî bi fermî wekî Serokwezîr dest bi kar kir.
Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê PKD'ê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî ji Elî Zeydî re hêviya serkeftinê xwest.
Nêçîrvan Barzanî Elî Zeydî û kabîneya nû pîroz kir
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbahî li Serokwezîrê nû Elî Zeydî û kabîneya wî kir.
Nêçîrvan Barzanî di bicihanîna erkên wan de, ji wan re serkeftin xwest.
Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ew daxwazên xwe yên ji bo aramî û bipêşketinê pêk bîne.
Mesrûr Barzanî: Bi hêvî me ku kabîneya nû pirsgirêkan çareser bike
Her wiha Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina baweriyê, Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Falih Zeydî pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî kir ku destbikarkirina kabîneya nû, bibe destpêka qonaxeke nû ya ji bo aramî û aştiya li Îraqê.
Barzanî hêvî kir ku ev gav bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên Îraqê.
Tom Barrack Elî Zeydî û kabîneya nû pîroz kir
Nûnerê teybet ê Amerîka li Sûriyê Tom Barrack jî bi peyamekê Elî Zeydî pîroz kir.
Tom Barrack li ser malpera xwe ya fermî a X'ê ev daxuyanî da:
"Em ji bo serokatiya we ya nû geşbîn in.
Em li bendê ne ku bi we re bixebitin da ku ajandeyeke nû bi pêş bixin ku li gorî berjewendiyên me yên hevpar be."
Wezîrên Kabîneya nû ya Îraqê
Şeva borî Parlamentoya Îraqê bi tevlîbûna 266 parlamenteran ji bo erêkirina kabîneya Elî Zeydî civiya.
Civîn ji rûniştinekê pêk hat û tê de 14 wezîr hatin erêkirin.
Wezîrên Xwendina Bilind, Navxwe, Niştecihbûn, Avakirin, Pilandanîn û Rewşenbîriyê nehatin erêkirin.
Ji derveyî van 5 wezîrên ku nehatin erêkirin, 5 wezîrên din jî mane ku baweriya parlamentoyê bi dest bixin.
Li Îraqê bi giştî 23 wezaret hene, ji wan 3 wezaret ji bo Kurdan hatin diyarkirin.