Xiristiyanên li Şamê li dijî êrîşa li ser Siqêlbiyê daketin qadan

Şêniyên bajarê Şamê ji bo piştgiriya xelkê Siqêlbiyê yê Hemayê xwepêşandanek li dar xist. Bi dehan ciwan derengî şevê derketin xwepêşandanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh êvarî komeke çekdar ji gundên derdorê, derbasî bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê bûn û astengî ji şêniyên re derxistin.

 

Çekdaran çayxane û milkên gundiyan xirab kirin û gefa bikaranîna bombeyan xwarin.

 

Di navbera şêniyan û koma çekdar de pevçûn derket û gule hatin avêtin.

 

Hêzên ewlehiyê yên hikumetê destwerdan nekir, di encamê de hin sivîl bi giranî birîndar bûn.

 

Şêniyên Bab Tûma, Qesai û Bab Şerî yên Şamê ji bo piştgiriya şêniyên Siqêlbiyê yê Hemayê kirin.

 

Ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in, xwepêşandanek ku bi amedebûna dehan ji ciwanan hat lidarxistin.

 

Di xwepêşandanê de pankartên "Heya mirinê bi Siqêlbiyê re" hatin hildan.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye