Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê têkildarî êrîşkirina li ser santralên enerjiya Îranê, peyamek nû parve kir û agahiyên nû eşkere kir.
Donald Trump wiha got: “Kêfxweş im ku ez radigihînim ku di nava du rojên borî de Amerîka û Îranê guftûgoyên gelekî baş û berhemdar kirine, da ku dijminatiya di navbera me de ya li Rojhilata Navîn bi temamî bê çareserkirin.”
Her wiha Trump eşkere kir ku, wê danûstandinên wan ên kûr û avaker vê hefteyê jî bidomin û wî ferman da wezareta şer ku tevayî êrîşên leşkerî yên li ser santralên elektrîk û jêrxana enerjiya Îranê ji bo 5 rojên din paş bixin.”
Trump daye diyar kirin ku mercê paşxistina wan ê êrîşan bi serkeftina wan guftûgoyên ku niha di navbera Amerîka û Îranê de hene, girêdayî ye.
Li alîyekî din, Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku armanca gotinên Trump kêmkirina bihayên enerjiyê û qezenckirina demê ji bo planên wî ye.
Her wiha Wezareta Derve îdia kir ku axaftina serokê Amerîkayê ya li ser danûstandinan ji bo plana wî ya leşkerî ye.
Hêjayî gotinê ye, duh Donald Trump 48 demjimêr dem dabû Îranê da ku Tengava Hurmuzê veke.
Trump gotibû ku ger di nava 48 demjimêran de Tengava Hurmuzê venebe, ew ê êrîşî santralên elektrîk û santrala atomî ya Bûşehr ya Îranê bikin.
Li aliyekî din jî, îro Çîn û Rûsyayê bang li Amerîkayê kirin ku xwe ji êrîşên li ser santralên elektrîk û enerjiya Îranê dur bigire û dan diyarkirin ku ev êrîş wê rewşa herêmê hîn aloztir bikin.
Bihayên Petrolê ji %13 zêdetir daketin
Her wiha berhemên pêşerojê yên petrola Brent bi qasî 17 dolaran, an jî 15 %, daketin û gihîştin asta herî nizm a danişînê ya 96 dolarî ji bo yek bermîlê.
Berhema petrola navîn a West Texas a Amerîkî jî bi 13 dolaran, an jî bi qasî %13.5, daket û gihîşt asta herî nizm a danişînê ya 85.28 dolarî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku gelek xalên lihevkirinê yên bi Îranê re hene û tekez kir ku nêzîkî 15 xal hene ku li ser lihev bikin.
Donald Trump wiha got: "Ev xala yekem, duyem û sêyem e. Ew ê qet nebin xwediyên çekên nukleerî û eger ev yek çareser bibe, wê Tengava Hurmuzê pir zû were vekirin."
Her wiha Trump nîşan da ku wê kontrola hevbeş ji bo Tengava Hurmuzê çêbibe.
Dema ku ji Trump hat pirsîn, ka kî wê berpirsiyarê vê kontrola hevbeş be, wî bersiv da û wiha got:
"Dibe ku ez. Dibe ku ez. Ez û Ayetullah, her kesê ku Ayetullahê din be.
Binêre, wê formeke pir cidî ya guhertina rejîmê jî hebe, formeke pir xeternak.
Niha, ji bo dadperweriyê, tevahiya rejîm miriye.
Guhertineke rejîmê ya xweber heye, lê em bi mirovên ku ez wan pir guncaw û pir saxlem dibînim re mijûl dibin.
Mirovên ku li hundir in em wan nas dikin, ew pir rêzdar in.
Dibe ku yek ji wan tam ew be, ê ku em lê digerin."
Serokê Amerîkayê got: "Li Venezuelayê binêre, tişt çiqas baş diçin.
Em li Venezuelayê di warê petrolê û têkiliya di navbera me û serokê ku me ew hilbijartiye de, serkeftinên mezin bi dest dixin. Dibe ku em li Îranê jî kesekî mîna wî bibînin."