Ayşegul Dogan: Pêşnûme qanûna çarçoveyê gava destpêkê ya derbasbûna ber bi aştiyê ve ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê pêşnûme qanûna çarçoveyê ya ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatiye kirin civîneke çapemeniyê lidar xist. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku piştî şerê bi dehan salan, rêya ber bi aştiyê ve qonax bi qonax e û ev qanûn ji bo derbasbûna ji zemîna şer ber bi siyaseta demokratîk ve deriyekî girîng vedike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, pêşnûme qanûna çarçoveyê ya li Meclîsê wekî "pêngava ewil a derbasbûna siyaseta demokratîk" bi nav kir û got ku ew vê wekî destpêkeke erênî dibînin.

Ayşegul Dogan bal kişand ser wê yekê ku piştî şerê bi dehan salan, rêya aştiyê qonax bi qonax e û ev qanûn di encama muzakereyan de derdikeve.

Di daxuyaniyê de, Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ev qanûn ji bo vegera welat deriyan vedike û ji bo şopandina pêvajoyê daxwaza avakirina desteyekê kir.

Her wiha, Ayşegul Dogan, Abdullah Ocalan wekî "aktorê sereke" bi nav kir û got ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, divê şert û mercên wî werin sererastkirin.

Dogan bang li her kesî kir ku zimanê aştiyê bi kar bînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye