Li Tertûsê xwendekarek winda bûye

Li Sûriyê revandina jinan bi dawî nebûye. Li Tertûsê, xwendekarek ji duh ve winda bûye û malbata wê tu agahî jê negirtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwendekara bi navê Şehed Ehmed Hemûd a ji taxa El Radar a Tertûsê ji duh (çarşemê) ve winda ye.

Li gorî malbata wê, Şehed dibistana amadeyî dixwend û ew ji encama ezmûnan ne razî bû.

Malbatê diyar kir ku Şehed duh ji malê derketiye da ku ji îtîrazê pêşkêş bike, lê venegeriya malê.

Malbatê da zanîn ku keça wan di vegerê de li garacê bi wan re axivî û piştre telefona wê dernakave û malbata wê nikare xwe bighîne wê.

Malbata Şehed ji welatiyan hêvî kir eger agahiyan li ser keça wan werbigirin, bila agahî bidin wan û aliyên têkildar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye