Di vê dema dawî de, li Qamişlo bi awayekî bêserûber bîrên avê tên kolandin.
Ev dihêle metirsiyên têkildarî kêmbûna depoya avê û bandorê wê li ser çavkaniyên avê li herêmê zêde bibin.
Her wiha zirarê li welatî û jîngehê jî dike.
Ji ber vê, aliyên peywendîdar ji bo rêgirtina ber diyardeya kolandina bîran civînek li dar xist.
Di civînê de nûnerên ji Daîreya Avê, Şaredariya Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gerînendetiya Çavkaniyên Avê û Saziya Çandiniyê amade bûn.
Di civînê de ji bo şopandin û dîtina binpêkirinên girêdayî qanûnên kolandina bîran, xebatên ji bo sekinandina kolandinê bi awayekî bêserûber komîteyeke hevbeş hat avakirin.
Ev komîte bi armanca parastina çavkaniyên avê û meşa li gorî perspektîfên heyî pêk hat.
Komîteyê ji îro ve dest bi xebatên xwe kir û ji bo binpêkirina kampanyekê li bajarê Qamişlo pêk anîn.
Li Hesekê pirsgirêka elektrîkê dewam dike
Li bajarê Hesekê jî pirsgirêka eleketrîkê hîn jî didome.
Komîteya Jeneratoran rojê 8 saetan elektrîk didan şêniyan.
Niha jî daxistine 6 saetan û dibêjin wan ji ber kêmbûna mazotê saetên elektrîkê kêm kirine.
Komîte her empêrekê bi 20 hezar lîreya Sûriyê dide şêniyan.
Serokê Komîteya Jeneratoran a Hesekê Ebdulkerîm Oso wiha bersiva gazinê xelkê da:
"Em nikarin buhayê empêran kêm bikin, ji ber ku mazot kêm e û ne baş e.
Em rojane mazotê didin xwediyên jeneratoran ji bo ku elektrîka şêniyan qut nebe lê mazotê kêm didin."