Li Sûdanê ji ber nexweşiya Kolêrayê 75 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Sûdanê li deverên eyaleta Kordofana Rojava ji ber nexweşiya Kolêrayê 75 kes mirine bi sedan jî bi vê nexweşiyê ketine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nexweşiya Kolêrayê berbelav dibe. Ev nexweşî vê carê jî li Sûdanê belav bûye.

Karmendên tenduristiyê ragihandin ku ji ber belavbûna nexweşiya Kolêra li herêma rêveberî ya Fuga a Kordofana Rojava, herî kêm 75 kes mirine û zêdeyî 120 kes bi nexweşiyê ketine.

Radyoya Dabanga, diyar kir ku nexweşî ji Fuga derketiye û li deverên din jî belav bûye, li herêma Firdos a bajarokê Legawayê li Kordofana Rojava rewşên nû yên nexweşiyê derketine holê.

Karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku saziyên tenduristiyê yên bajar nikarin bi hejmara zêde ya mirovên vegirtî re mijûl bibin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku pêdiviya her nexweşekî bi mîqdareke mezin a gîrava şîndamarî û pêdiviyên bijîşkî heye.

Xebatkarên tenduristiyê li ser belavbûna nexweşiyê, hişyarî dan gund û deverên cîran ên ku bi bazarên bajarê Foga ve girêdayî ne û destnîşan kirin ku rojane nexweşên nû çêdibin.

Niştecihên Sûdanê daxwaza pêşîgirtina li belavbûna Kolêrayê dikin

Niştecihên bajar ji Wezareta Tenduristiyê ya Federal û rêxistinên mirovî yên herêmî û navneteweyî xwestin ku destwerdanên lezgîn bikin, da ku derman û karmendên tenduristiyê peyda bikin.

Her wiha niştecihên bajar daxwaz kirin ku berî krîza mirovî xirabtir bibe, pêşî li belavbûna nexweşiyê bigirin.

Ev yek bi belavbûna kolêrayê ya li wan deveran re hevdem bû, li gel kêmbûna gîravên şîndamarî, dermanên bingehîn û rêkarên bijîşkî.

Ev yek bû sedem ku xelk ji bo rehetbûna ji nexweşiyê berê xwe bidin dermanên gelêrî û giyayan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye