Li Îraqê komkirina çekan û tevlîkirina Heşdî Şeebî, dê dest pê bike

Li Îraqê bêbandorkirina Heşdî Şeebî rojeveke sereke ye. Hate ragihandin ku wê di meha hezîranê de hemû çekên Heeşdî Şebî werin komkirin û wê tevlî artêşa Îraqê bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojeva sereke ya Îraqê niha komkirina çekan û tevlîkirina Heşdî Şeebî di nava dewletê de ye û li gorî agahiyan dê di destpêka Hezîranê de ev prose dest pê bike.

Li gorî agahiyên Roj Newsê, Elî Zeydî ji bo plana ewlehiyê pişta xwe bi piştgiriya siyasî û olî ve nemaze bi Muqteda Sedir’ û Merciiyê Bilind ê Olî ‘Elî Sîstanî’ ve girê dide.

Muqteda Sedir pêşniyar kiriye ku komên Heşdî Şeebî di nav saziyên xizmetguzarî û xwebexş de bên avakirin, ku ev yek parastina Îraqê ji cezayên aborî dike.

Lê komên wekî ‘Nuceba’ û ‘Ketîbeyên Hizbullahê’ komkirina çekan wekî ‘xeta sor’ dibînin.

Neam Bedel: Hêzên Şengalê rewa ne divê ji aliyê hiqûqî ve werin naskirin

Li gel van guhertinan, hin sazî û dezgehên Îraqê dixwazin derveyî hêzên Şengalê weke YBŞê , YJŞê  û Asayîşa Êzidxanê, hin hêzên din jî bînin Şengalê.

Li hemberî vê yekê, Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Neam Bedel, ev daxwaz red kir.

Neam Bedel diyar kir ku hêzên Şengalê yên heyî rewa ne û divê ji aliyê hiqûqî ve werin naskirin û hewce hatina hêzeke din nake.

Neam Bedel tekez kir ku bi naskirina hiqûqî ya YJŞ`ê û Asayîşê re, dê astengiyên li pêş jinan werin rakirin.

Ji bo kêmkirina rageşiyê û bertekên Şîeyan, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Sebah Numan ragihand ku komkirina çekan ‘stratejiyeke ewlehiyê ya neçarî ye’ ne tenê dirûşmeyeke siyasî ye.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye