Amadekarî ji bo avakirina parlamentoya Sûriyê tên kirin

Rêjîma Baasê hilweşiya, parlementoya Sûriyê jî bi xwe re hilweşand. Di 5ê cotmeha 2025’an de, di çarçoveyeke destnîşankirî de pêvajoya hilbijartina yekemîn parlamentoya Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Baasê ya Beşar Esed dest pê kir. Li gorî danezana destûrî, serokkomarê demkî yê Sûriyê dikare sê-yeka tevahiya hejmara endamên parlamentoyê erkdar bike, ji koma 210 parlamenteran Ehmed Şera dikare 70 kesî bişîne nav parlamentoya nû ya Sûriyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dema ku rêjîma Baasê di 8’ê kanûna 2024’an de hat rûxandin, parlamentoya Sûriyê jî bi xwe re hilweşand.

Piştî hilweşîna parlementoya Sûriyê, serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ji bo birêvebirina qonaxa veguhêz, çend biryarên taybet derxistin.

Di nav biryaran de jî hilweşandina parlamentoyê bû ku bi navê Meclisa Gel dihat naskirin, her wiha danezana destûrî hat îmzekirin ku heta 5 salan di nava xwe de mekanîzmayekê ji bo hilbijartina encumenekê dihewîne.

Parlamentoya Sûriyê li gorî Danezana Destûrî tê avakirin

Parlamentoya Sûriyê dê li gorî mekanîzmayeke ku di Danezana Destûrî de hatiye destnîşankirin, were avakirin,

Ew ê ne bi rêya hilbijartinên rasterast ên gel be.

Li gorî vê mekanîzmayê, du ji sêyan ji 210 endamên parlamentoyê dê ji hêla dezgehên herêmî ve werin hilbijartin.

Ew jî ji hêla komîteyeke bilind ve hatine avakirin ku endamên wê ji hêla serokkomarê demkî ve hatine destnîşankirin.

Yek ji van sêyan jî ji aliyê Ehmed Şera bi xwe ve tê danîn.

Li gorî Komîteya Bilind a Hilbijartinan, 1,578 namzet ji bo kursiyên parlamentoyê pêşbaziyê dikin, ku tenê ji sedî 14 ji wan jin in.

Di 5’ê cotmeha 2025’an de, di çarçoveyeke destnîşankirî de pêvajoya hilbijartina yekemîn parlamentoya Sûriyê piştî hilweşandina serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed dest pê kir.

Hilbijartin li Hesekê, Reqa û Siweydayê nehatibûn kirin

Herî dawî, Komîteya Bilind a Hilbijartinan di tebaxa 2025’an de ragihandibû ku hilbijartina endamên encumenê li parêzgehên Siweyda, Reqa û Hesekê ji ber "pirsgirêkên ewlehiyê" hatiye paşxistin.

Lê belê, piştî peymana 29’ê çileya 2026’an a di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demoqratîk de, ji bo entegrasyonê hêdî hêdî diyarkirina kursiyan li herêmê jî tê kirin.

10 partiyên Kurdî nerazîbûna xwe nîşan dan

Duh jî 10 partiyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan û li ser destnîşankirina 4 kursiyan ji bo nûnertiya Kurdan di Meclisa Gel a Sûriyê de, nerazîbûn nîşan dan.

10 partiyên Kurdî di daxuyaniya xwe de ev xal anîn ziman:

Sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyên Meclisa Gel, xapandineke eşkere ya li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê ye.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye û rêjeya wî ji tevaya niştecihên Sûriyê ji sedî 20 e.

Îro bi rêya van erkdarkirinên sîstematîk, ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê parvekirî di biryardana nîştimanî de bêpar tê hiştin.

10 partiyên Kurdî daxwaza 40 kursiyên parlamentoyê dikin

10 partiyên Kurdî anîn ziman ku ew van erkdarkirinan bi her awayî red dikin û wiha gotin:

Divê li gorî rêjeya niştecihan a rastîn a gelê Kurd, herî kêm 40 kursî werin destnîşankirin ji bo kesên ku bi awayekî zelal xwedî ramanên neteweyî yên Kurdî ne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye