Aloziya li Xezeyê gur dibe: Bombebarana Îsraîlê qurbanî û birîndar li pey xwe hiştin

Di encama Bombebarana balafir û tankên Îsraîlê ya li ser deverên cuda yên Xezeyê de, kesek hat kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn. Êrîş bi şev li nêzî nexweşxaneya Şîfa û kampên penaberan pêk hat û di encam de zirarên mezin gihandin sivîlan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Filistînî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bi şev avahiyeke niştecihbûnê li nêzî Nexweşxaneya Şîfa ya li rojavayê bajarê Xezeyê bombebaran kirin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û hinek kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên pijîşkî ji Nexweşxaneya Maamedanî diyar kirin ku piştî lêdana kampeke koçberan a li nêzî taxa Şecaiye, sê birîndarên ku jinek jî di nav wan de ye gihandine nexweşxaneyê. Di heman demê de, herêmên mîna Dêr El-Belah li navenda Xezeyê û taxên rojhilatê Xan Yûnisê bi giranî bûn hedefa topbaran û tankan, ev yek jî nîşana berdewamiya operasyonên leşkerî yên berfireh e li seranserî herêmê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye