Akçay: Divê em bi lez rêziknameyên qanûnî bi cîh bînin

Cîgirê Serokê Koma MHP'ê Erkan Akçay, li ser pêvajoya derbarê pirsgirêka Kurd de axivî û got: "Niha dora Parlamentoyê ye. Ne hewce ye ku em bêtir dem bi gavên qanûnî winda bikin." Ji aliyê din ve, Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyiğit diyar kir ku hêviya gelê Kurd ew e ku qanûnên ji bo aştiyê werin çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Serokê Koma MHP'ê Erkan Akçay û Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyiğit di Lijneya Giştî ya Meclîsê de li ser gavên ku di pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de têne hêvîkirin, axivîn.

 

Cîgirên Serokên Koma MHP û DEM Partiyê bal kişandin ser gavên qanûnî yên ku divê werin avêtin, axivîn.

 

 

Akçay: Ne hewce ye ku di avêtina gavên qanûnî de derengî çêbibe

 

 

Cîgirê Serokê Koma MHP'ê Erkan Akçay bal kişand ser daxuyaniya Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli ya "Aştî çûkek yekbask nîne'' û wiha got:

 

"Niha dora Meclîsa Bilind e ku temsîla îradeya neteweyî dike, ango ew netewe bi xwe ye.

 

Em bi xetên stûr tekez dikin ku di vê asta dîrokî ya gihîştinê de ku em gihîştine, ne hewce ye ku di avêtina gavên qanûnî de dereng bimînin an jî demê winda bikin."

 

 

Akçay: Di ferhenga me de aştî ne pêvajoyeke teslîmbûnê ye

 

Erkan Akçay, bal kişand ser rapora dawî ya ku di meha Sibatê de, ji hêla Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsê hatiye damezrandin ve, hatiye weşandin û got:

 

"Dema ku em ber bi armanca neteweyeke pêşeng, Tirkiye ve dimeşin, divê em bi lez rêziknameyên qanûnî bi cîh bînin.

 

Di ferhenga me de, aştî qet pêvajoyeke teslîmbûn, paşvekişandin an jî tawîzê nîne.

 

Gavên qanûnî yên ku werin avêtin li ser hevsengiyek têne avakirin ku rûmeta neteweyê diparêze.

 

Di vê pêvajoya qanûnî de ti valahî, xemsarî yan jî qelsî divê neyên destûrkirin."

 

 

Koçyigit: Divê em bi cidiyet û lez nêzî vê pêvajoyê bibin

 

 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrakrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku komîsyonê rapora xwe amade kiriye, lê ti gav neavêtine û wiha got:

 

"Parlamento divê rola xwe bilîze, nemaze koma AKP'ê divê qanûnên pêvajoyê amade bike û pêvajoyeke nîqaşê ya bilez li ser vê mijarê dest pê bike.

 

Divê em bi cidiyet û lez nêzî vê pêvajoyê bibin, bêyî ku em li dû hejmartina dengan bikevin.

 

Divê em diyar bikin ku şewitandina çekan û vekirina deriyê aştiya rastîn hêja ye û divê em li gorî vê nirxê nêzîkatiyekê diyar bikin.

 

Bi vî awayî, hêviya me û ne tenê hêviya me, lê hêviya gelê Kurd, hêzên demokratîk ên Tirkiyê û gelê Tirkiyê ew e ku wêrek bin ku ji bo aştiyê hewl bidin, ji bo aştiyê gavan bavêjin û qanûnên ji bo aştiyê derxînin.”

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye