Hewldana Enqereyê ya ji bo kûrkirina bandora xwe li Sûriyê: Ji Şamê daxwaza waneya Tirkî hat kirin

Tirkiyê ji bo asayîkirina têkiliyên ligel Şamê pêngaveke nû ya ku wekî 'kûrkirina bandora çandî' tê nirxandin, avêt. Balyozê Tirkiyê yê li Şamê Nuh Yilmaz, daxwaz kir ku zimanê Tirkî li seranserê Sûriyeyê bibe waneyeke bijarte û ragihand ku amadekariyên vekirina dibistaneke navneteweyî bi navê 'Recep Tayyîp Erdogan' li paytext Şamê têne kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Enqereya ku salên dirêj e bi rêya leşkerî li bakurê Sûriyeyê ye, niha hewl dide bandora xwe ya çandî û zimanî derbasî nava paytext û tevahiya sîstema perwerdeyê ya Sûriyeyê bike. Di çarçoveya hevdîtinên asayîkirina têkiliyên dualî de, Balyozê Tirkiyeyê li Şamê Nuh Yılmaz ligel Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko civiya. Hat ragihandin ku aliyan li ser hevahengiyeke perwerdeyî nîqaş kirine.

Li paytexta Sûriyê navê 'Erdogan' ew ê bibe dibistan

Di hevdîtinê de, aliyê Tirkiyeyê projeya damezrandina "Dibistana Navneteweyî ya Recep Tayyîp Erdogan" ku rasterast di bin kargêriya Balyozxaneya Tirkiyeyê de ye, ferz kir. Ev dibistana ku biryar e di pêşerojeke nêz de li Şamê vebibe, wekî pêngaveke ji bo zêdekirina hebûna siyasî û çandî ya Enqereyê li nava dilê Sûriyê tê dîtin.

Zimanê Tirkî li seranserê dibistanan tê belavkirin

Balyozê Tirkiyeyê di civînê de destnîşan kir ku divê xwendina zimanê Tirkî li deverên bakurê Sûriyeyê yên ku di bin kontrola leşkerî ya Tirkiyê de ne, berdewam bike.

Yilmaz her wiha bi fermî daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir ku waneya zimanê Tirkî li hemû dibistanên seranserê Sûriyê wekî waneyeke bijarte bê zêdekirin; ev yek wekî hewldanek ji bo sînordarkirin û guhertina nasnameya perwerdehiyê ya Sûriyê tê şîrovekirin.

Ji operasyonên leşkerî ber bi ketina nav sîstema dewletê ve

Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku ev hewldanên Tirkiyê di bin navê "dîplomasiya çandî" û "hêza nerm" de, di rastiyê de stratejiyeke ji bo rewakirin û kûrkirina hebûna Tirkiyê ya li Sûriyeyê ye. Enqereya ku berê zêdetir bi destwerdanên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê dihate rexnekirin, niha hewl dide bi rêya sîstema fermî ya perwerdeyê, polîtîkayên xwe yên bandorê li seranserê wî welatî belav bike û meşrûiyeta xwe kûrtir bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye