Di destpêka civînê de, Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El Şera da xuyakirin ku di qonaxa nû ya Sûriye tê re derbas dibe de, ew hewl didin têkiliyên xwe yên siyasî û stratejîk bi taybetî jî bi Rûsyayê re, ji nû ve ava bikin.
Ehmed El Şera tekezî li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û Sûriyê de kir.
Li gorî Reutersê, şandeya Sûriye ya ku gihîştiye Rûsyayê ji Moskovayê garantî xwestiye ku bermahiyên hêzên rejîma berê bêçek bike.
Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku şandeyê ji Rûsyayê xwestiye ku di avakirina artêşa nû ya Sûriyê de, alîkariya wan bike.
Ji aliyê xwe ve, Vladimîr Putin da zanîn ku komîteya hikûmetê ya hevbeş a di navbera Moskovayê û Hikûmeta Veguhêz de wê xebatên xwe di demeke nêz de ji nû ve bidin dest pê kirin.