Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama du êrîşên asîmanî yên li ser çiyayê Hemrînê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha da zanîn ku li Kerkûkê jî di encama êrîşekê de, du stargehên DAIŞ’ê hatin hilweşandin.
Li gorî daxuyaniyê ev operasyon piştî şopandina 3 rojan û wergirtina agahiyên îstixbaratî hatiye lidarxistin.
Fermandariyê eşkere kir ku êrîşa asmanî bi rêya balafirên F16 pêk hatiye.