Li gorî di medyaya Tirkiyê de hatiye belavkirin, dewleta Tirk ji bo dirêjkirina dema êrişkirina li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê amadekariyan dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan di nameyê de qala hinceta daxwaza xwe dike û dibêje: ''Gefên li sînor ên li ser têkdana ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê didomin û hîna aramî bi temamî nehatiye misogerkirin.
Ji bo wê daxwaza dirêjkirina dema operasyonan ji bo 3 salên din dike.''
Her wiha Erdogan di nameyê de qala yekparçebûn û yekîtiya xaka Iraq û Sûriyê kiriye û qala metirsiya PKK, YPG û PYD,dike.
Parlamentoya Tirkiyê biryar dabû ku di sala 2014-2023’yan de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê operasyonan pêk bîne.
Li gorî nameya Erdogan a ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê, daxwaz ji parlamentoyê kiriye ku heta 30’ê cotmehê pêşniyarên hatine kirin werin pejirandin û rê ji bo artêşa Tirk were dayîn ku heta sala 2028’an operasyonên dagirkeriyê bidomînin.
CPT: Li Zap û Avaşînê artêşa Tirkiyê baregehên leşkerî ava dike
Ev planên dewleta Tirk di demekê de ye ku nêzî salekê ye pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi pêşengtiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
Li gel vê salê Gerîlayan ji bo pêşvebirina pêvajoyê çalakiyên leşkerî dane rawestandin.
Lê dewleta Tirk êriş û bombebaranên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Roja 15’ê Cotmehê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk çêkirina baregehên leşkerî yên li ser çiyayê Metîna, çêkirina rêyên di nav baregeh û navendên leşkerî yên li deverên Zap û Avaşînê li sînorê bajarokê Amêdiyê, her wiha wêrankirina daristan û birîna daran li herêma Zapê û birina wan ji bo Tirkiyeyê, berdewam dike.
CPT’yê piştrast kir ku artêşa Tirk ne tenê rêyan di navbera baregehên xwe yên leşkerî û Herêma Kurdistanê de çêdike, di heman demê de rêyên baregehên leşkerî ber bi nava gundan jî dide çêkirin.