Hemas: Em ê li gorî agirbestê tevbigerin

Tevgera Hemasê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku dê li gorî peymana agirbestê tevbigire û amade ye hemû cenazeyên Îsraîlê radest bike. Îsraîlê jî gef li Hemasê xwar û diyarkir ku ger li gor peymanê tevnegere wê êrîşî Xezayê bikin. Her wiha hat ragihandin ku wê ekîbekî Tirkiyê biçe Xezeyê, ji bo lêgerîna cinazeyên leşkerên Îsraîlê yên di bin kavilan de mane.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tewanbariya di navbera Îsraîl û Hemasê ya li ser radestkirina dîlgirtiyan û cenazeyan berdewam dike. 

Tevgera Hemasê têkildarî tewanbariyên Îsraîlê daxuyand ku ew ê li gorî peymana agirbestê tevbigire û cenazeyên din jî radest bike.

Hemasê destnîşan kir ku cenazeyên girtiyên hatine dîtin yekser hatin radestkirin û ragihand ku ji bo rakirina cenazeyên din ên di binê xirabeyan de pêdivî bi alav û cîhazan hene û got:

"Dagirkeran derbaskirina van alavan jî, niha qedexe kirine.

Her dereng ketinek di vegerandina cenazeyan de bi tevahî dikeve ser milê hikûmeta Netanyahu, ku rê li ber dabînkirina çavkaniyên pêwîst digire û asteng dike."

 

Îsraîl: Ger Hemas li gor peymanê tevnegere em ê êriş bikin

 

Îsraîlê jî Hemas tawanbar kir ku peymana agirbestê û radestkirina girtiyan asteng dike.

Hemasê 20 girtiyên sax li hember berdana nêzîkî 2 hezar girtiyên filistînî yên li cem Îsraîlê serbest berdan.  

Lê ji 28 girtiyan 9 cenaze tenê radest kirin. 

Platforma Girtî û Windahiyan a hikumeta Îsraîlê ji hikumeta Îsraîlê xwest eger Hemas 19 cenazeyên din radest neke, qonaxên din ên peymanê dereng bixe.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz duh gef xwar ku eger Hemas li gorî peymanê tevnegere, ew ê  bi hevkariya DYA’yê careke din êrişî Xezayê bikin.

 

Tirkiyê ekîbeke pispor ji bo lêgerîna li cenazeyên girtiyan şandiye xezayê

 

Her wiha Tirkiyê duh ragihandibû ku ekîbeke pispor ji bo lêgerîna li cenazeyên girtiyan şandiye Xezayê.

Çavkaniyan eşkere kirin ku bi hevrêziya Wezareta Karên Derve 81 endam ji Ajansa Rêvebiriya Karesat û Awarte ya Tirkiyê (AFAD) li cihê bûyerê ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye