Li zanîngeha Egeyê 22 xwendekar birîndar bûn

Li Tirkiyê, komeke xwendekarên Zanîngeha Egeyê, dema ku li ser navê Sendîkaya Xwendekaran belavok belav dikirin, rastî êrîşê hatin. Di encamê de 22 xwendekar birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li derketina metroyê ya Zanîngeha Egeyê, komeke qelebalix a nijadperestan ku piranî ne xwendekar bûn û di destên wan de pala hebûn, êrîşî xwendekaran kirin.

Di vê êrîşê de, 3 xwendekar birîndar bûn. Xwendekarên birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Egeyê û hatin dermankirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, hat diyarkirin ku Ewlehiya Taybet a Zanîngehê, piştî êrîşê koma nijadperest, tevî ku pala di destên wan de bûn jî dîsa girtine hundirê kampusê.

Piştî bûyerê, komeke xwendekarên ku ji bo dîtina hevalên xwe çûbûn ber nexweşxaneyê, li wir jî rastî êrîşa koma nijadperest hatin.

Di vê êrîşa duyem de 19 xwendekarên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku polîsên hatine nexweşxaneyê, gaza îsotê di rûyê xwendekarên ku rastî êrîşê hatine re kirine û ew derp kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye