Sûdanî: Em bi xemeke kûr salvegera Enfalê bi bîr tînin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di salvegera Enfalê de peyamek belav kir û da zanîn ku tawanên Enfalê li dijî hemû nirx û yasayan bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mihemed Şiya Sûdanî, li ser hesabê xwe yê X`ê ji bo salvegera 38`an a Komkujiya Enfalê peyamek belav kir.

Sûdanî, di peyama xwe de got ku ew bi xemeke kûr û bîranîneke tijî êş salvegera 38`an a tawana nijadperest bi bîr tînin.

Serokwezîrê Îraqê, diyar kir ku beriya zêdetirî 30 salî, sivîlên Kurd "rû bi rûyî qirêjtirîn cûreyên kuştin û êşkenceyê bûn ku li derveyî hemû nirx û yasayan bûn."

Sûdanî di peyama xwe de tekezî li ser parastina destkeftên demokratîk kir û got:

"Dema em wan operasyonên tawanbar bi bîr tînin, îro em bi yekparçeyiya welatê xwe û biratiya pêkhate û neteweyên wê serbilind in.

Di bin siya pergaleke destûrî ya piralî û demokratîk de ku tê de hemû Îraqî bi rûmet, azadî û bêyî cudakarî dijîn."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye