Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber tîrêjên tûj ên tavê, bi taybetî di demjimêrên nîvro de liv û tevgera mirovan ketiye asta herî kêm. Li Rihayê ku yek ji germtirîn parêzgehan e, pileya germahiyê gihîşt 47'an û xelk reviya ber siha darên li derdora Gola Masiyan.
Li Dîlok û Meletiyê kolan bi temamî vala man; li Mereşê jî ku germî 38 pîle ye, welatî ji bo hênikbûnê berê xwe didin zozanên bilind û qiraxên çeman.Ji ber metirsiya germavêtinê, pisporên tendurustiyê hişyariyê didin welatiyan bi taybetî kal, zarok û kesên xwedî nexweşiyên kronîk ku di navbera demjimêr 11:00 û 16:00'an de rasterast di bin tavê de nemînin û vexwarina avê zêde bikin.