Navenda Ragihandina Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di derbarê êrîşê de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyniyê de, hat ragihand ku komeke nenas li ser rêya gundê Miêzîle yê bakurê Reqayê êrîşî wesayîteke leşkerî ya QSD’ê kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
Her wiha QSD’ê diyar kir ku yekîneyên wan yekser ketin tevgerê û dest bi lêgerîna êrîşkaran kir.
Di dawiya daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku operasyonên ewlehiyê yên şopandina şaneyên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin dewam dikin.