Li Sûriyê serçeteyek û du hevalên wî hatin kuştin

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êrîşeke asmanî li Sûriyê pêk anî, di encamê de serçeteyek û du hevalên wî hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor îdîayên Sky News Arabiya êrîş li ser rêya di navbera Harem û Barîşa ya li bakur-rojavayê parêzgeha Idlibê, bi riya dronekê pêk hatiye û otomobîlek hatiye hedef girtin.

Tê îdîa kirin ku di êrîşê de serokê Ensar el-Îslam, Ebû el-Derda el-Îranî û du hevalên wî hatine kuştin.

Ensar el-Îslam yek ji komên tundrew ên herî berbiçav e. Di destpêka salên 2000'an de, yekem car li bakurê Iraqê derket holê û di sala 2011'an de, li Sûriyê belav bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye