Vê sibehê dengê mûşek û teqînan li Tehran û Tel Avivê nehate bihîstin, agirbesta ku di tariya şevê de hatibû ragihandin, bi tîrêjên rojê re encamên wê zelal bûn.
Hemû aliyên şer jî dibêjin ew bi ser ketine.
Trump: Me armancên xwe pêk anîn
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe de îdea kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gihîştiye armancên xwe yên leşkerî û êrîşên li ser Îranê wê ji bo 2 hefteyan bêne rawestandin.
Her wiha îşaret bi hevdîtinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokê Fermandariya Giştî Asim Mûnîr re hate kirin.
Hate gotin ku di van hevdîtinan de ji bo rawestandina êrîşan bang hatiye kirin.
Îsraîl jî bi agirbestê razî bûye
Li gorî rayedarekî Qesra Spî, Îsraîl jî di çarçoveya agirbestê de qebûl kiriye ku êrîşan bi rengekî demkî rawestîne.
Dewamkirina agirbestê jî wê bi helwesta Îranê ya li ser vekirina Tengava Hurmizê û hevdîtinên navbera aliyan ve girêdayî be.
Îranê serkeftina xwe ragihand
Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê piştî şerê 40 rojî li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê 'serkeftin' ragihand.
Di daxuyaniyê de hate îdeakirin ku DYA'yê plana aştiyê ya ji 10 xalan a Îranê qebûl kiriye.
Di daxuyaniya konseyê de gelê Îranê ji ber "berxwedana xwe" hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku encama bi dest ketiye, serkeftin e.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Heta ku datayên serkeftinê zelal bibin divê rayedar û gel di nava yekîtiyê de bin û bi biryar bin."
Tê gotin ku di nava plana ku Îranê pêşkêş kiriye de, sernavên weke; garantiya DYA'yê ya ku êrîşî Îranê neke, kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmizê bê naskirin, ji bo windahiyên aborî yên ji ber şer tazmînat bê dayîn, hene.
Peymana agirbestê Libnanê jî di nav xwe de digire
Di heman demê di vî şerê 40 rojî de Libnan jî tê de bû.
Ji bo wê jî Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, diyar kir ku di vê agirbestê de Libnan jî di nav de ye.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di 28 ê Sibatê de dest pê kiribû, gelek caran di navbera Îran û Amerîkayê de dan û standin çêdibûn, lê îro jî piştî 40 rojan ji şer Agirbest hate ragihandin.