Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev nêzî sal û nîvekê ye lî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojeva sereke ye.
Der barê pêvajoyê de çavên raya giştî li ser dewleta Tirkiyê ye ku li gorî xebatên komisyona meclisê, wê çi gavan biavêje.
Pir caran gelek alî li ser vê mijarê diaxifin û agahiyan parve dikin.
Herî dawî jî rojnameya Tirkiyê ya nêzîkî deshilata dewleta Tirkiyê belav kiriye ku pêşniyar qanûnek tê amadekirin.
Çarçoveya qanûnî cudahiyê daixe navbera çekdaran
Li gorî agahiyên rojnameyê çarçoveya qanûnî, bi rengekî ku cudahiyê dixe navbera wan çekdarên ku destê wan di tawanan de hebûye û wan kesên ku tenê endamên wê rêxistinê bûne.
Li gorî nûçeya wê rojnameyê, ji bo ku endamên rêxistinê vegerin Tirkiyê, salekê dem tê danîn û ji vê qanûnê feydeyî werbigirin.
Her wiha Hikûmeta Tirkiyê daxwazên DEM Partiyê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya karên siyasî red kirine.
Li gorî qanûna nû, ew kesên ku vedigerin dê ji bo dema 5 salan qedexeya karên siyasî li ser wan bê danîn û dê di bin çavdêriyeke tund a dadweriyê de bin.
"Veger li gorî destê wan di ti tawanekê de nebûye dibe"
Rojnameyê behsa rêjeya bi hebûna 8 heta 10 hezar çekdaran û nêzîkî 200 kadroyên rêveberî dike.
Li gorî rojnameyê tê pêşbînîkirin ku piranîya kadroyên rêveberî wê venegerin Tirkiyê û çûna welatê sêyêm hilbijêrin.
Di qonaxa yekem de, tenê rê ji bo vegera wan kesên ku destê wan di ti tawanekê de nebûye tê dayîn.
Wê rojnameyê aşkere jî kiriye ku şandên ewlehiyê yên Tirkiyê li Îmralî û Qendîlê berî cejnê dan û standin kirine û rêxistinê nexşerêyek û xişteyeke demkî ji bo wê pêvajoyê pêşkêş kiriye.
Niha jî hikûmet û AK Partî di qonaxa nirxandina dawiyê de ne, da ku ew pêşniyar qanûn ji bo Serokatiya Meclîsa Tirkiyê bê şandin.
Banga Pêvajoya Aştiyê di 27'ê sibatê de hat kirin
Heya niha gav û biryarên dîrokî yên sala borî bi prainiya xwe ji aliyekî tenê ve hatine avêtin.
Di 27'ê Sibata 2025'an de Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan Banga Aşîtî û Civaka Demokratîk ragihand.
Di 12ê Gulana 2025ê de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de encamên kongreya xwe ya 12'emîn ragihand û biryara hilweşandina peykerê rêxistinî û bidawîanîna xebata çekdarî dabû.
Paşê di 9'ê Tîrmeha 2025ê de, bi peyameke vîdyoyî ya nû ya Abdullah Ocalan li ser pêvajoya çekdananê hatibû weşandin.
Wekî qonaxeke din a pêvajoya nû ya aştiyê, gerîlayên PKK'ê di merasîmekê de li pêşiya şkefta Caseneyê ya li sînorê Sûrdaşê li parêzgeha Silêmaniyê bi 30 gerîlayan piştî xwendina peyama xwe, çekên xwe şewitandin.
Di 26'ê Cotmeha 2025'an de PKK'ê li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, li gorî biryarên Kongreya 12emîn a PKK'ê û bi erêkirina rêberê wê Abdullah Ocalan, endamên HPG û YJA-Starê dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirine.
Di çarçoveya biryarê de, 25 endamên HPG û YJA-Starê yên ku ji Tirkiyê vekişiyan jî tevlî daxuyaniyê bûn.